Please wait…

 
Select a verse to play
Kurdî
Û (Xudayê te) bi nişa kesan hemûşk nav (û navdan) daye hînkirinê, paşê ewan tiştan ber fereştan ra avitîye, îdî (ji fereştan ra aha) gotîye: “Ka, heke hûn di doza xwe da rast in, navê van tiştan ji min ra bejin.” ﴿۳۱﴾ (Fereştan, ji Xuda ra) gotine: “Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kiri­nê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî.” ﴿۳۲﴾ (Yezdan ji bona nişa ke­san ra) gotîye: “Adem! tu ji bona fereştan ra navê wan tiştan bêje.” Îdî gava Adem navê wan tiştan ji fereştan ra gotîye (ewan bêzar mane). Yezdan ji wan ra gotîye: “Min ji bona we ra ne got. Ku bi rastî ez bi veşartinê tiştne di ezman û zemîn da hene dizanim û ez bi wan tiştne ku hûn vedişêrin û diyar dikin jî dizanim? ﴿۳۳﴾ Û di gava me ji bona fe­reştan ra gotîye: “Hûn ji bona Adam ra kunde beherin.” Îdî ji pêştirê pelîd, hemûşkan kunde bi­rin. Pelîd ji kunde birine para çû, ewî quretî kir. Û (pelîd bi xweber jî) bûye file. ﴿۳۴﴾ Û me (ji bona Adem ra) gotîye: “Adem! Tu û bi tevê jina xwe va di bihiştê da bihewin hûn ji kêdera bihiştê divên, hûn di wura da (ji berê wê) bixun. Lê hûn herduk jî nêzîkê vê dara (da nîşana tiştan Şeceretul me´rifet) nebin. Îdî heke hûn nêzîkên wê darê bibin (ji berê wê bixun) hûnê bibine jiwanê cewrkar.” ﴿۳۵﴾ Îdî pelîd ewan herduk jî ji bihiştê şimitandin û ewan herduk ji wan xweşîne, ku ewan berê têda bûn, derxistin. Me jî (ji bona wan ra) got: “Hûn ji bihiştê berjêr bibin, hinekî ji we, ji bona hinekne we ra neyar bin. Hûnê heya danekî di zemîn da bi vê temtêlê bijîn. ﴿۳۶﴾ (Paşê) Adem ji Xudayê xwe çend peyv hildan (bi wan peyvan ji Xuda lava kirîye) Xuda jî lavaya wî litê kirîye. Bi rastî baxişgerê dilovîn hey Xuda ye. ﴿۳۷﴾ Me ji bona (nişa kesan ra) gotîye: “Hûn hemûşk jî ji wi ra berjêr bin. Kîngê ji min, ji bona we ra beledîyek hatêbe; îdî kîjan ji we bibe peyrewê wê beledîya min, ji bona wî ra tu murûzîya ji (kêm xelat) û tirsa (ji şapatan) tune ye.” ﴿۳۸﴾ Û ewanê bûne file û beratenê me didine derew dêrandinê hene! Hevrînê agir hey ewan in. Di agir da hey ewan in tim (gavan) dimînin. ﴿۳۹﴾ Gelî zarne cihûyan! Hûn ewan qencîne min e, ku min bi we kirîye bîra xwe bînin. Û hûn ewê peymana min daye we pêk bînin, ku ez jî ewê peymana we pêk bînim. Îdî hûn hey ji min bitirsin. ﴿۴۰﴾
Al-Baqara

وَعَلَّمَ آدَمَ الْأَسْمَاءَ كُلَّهَا ثُمَّ عَرَضَهُمْ عَلَى الْمَلَائِكَةِ فَقَالَ أَنْبِئُونِي بِأَسْمَاءِ هَٰؤُلَاءِ إِنْ كُنْتُمْ صَادِقِينَ ﴿۳۱﴾ قَالُوا سُبْحَانَكَ لَا عِلْمَ لَنَا إِلَّا مَا عَلَّمْتَنَا ےۖ إِنَّكَ أَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ ﴿۳۲﴾ قَالَ يَا آدَمُ أَنْبِئْهُمْ بِأَسْمَائِهِمْ ےۖ فَلَمَّا أَنْبَأَهُمْ بِأَسْمَائِهِمْ قَالَ أَلَمْ أَقُلْ لَكُمْ إِنِّي أَعْلَمُ غَيْبَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ وَأَعْلَمُ مَا تُبْدُونَ وَمَا كُنْتُمْ تَكْتُمُونَ ﴿۳۳﴾ وَإِذْ قُلْنَا لِلْمَلَائِكَةِ اسْجُدُوا لِآدَمَ فَسَجَدُوا إِلَّا إِبْلِيسَ أَبَىٰ وَاسْتَكْبَرَ وَكَانَ مِنَ الْكَافِرِينَ ﴿۳۴﴾ وَقُلْنَا يَا آدَمُ اسْكُنْ أَنْتَ وَزَوْجُكَ الْجَنَّةَ وَكُلَا مِنْهَا رَغَدًا حَيْثُ شِئْتُمَا وَلَا تَقْرَبَا هَٰذِهِ الشَّجَرَةَ فَتَكُونَا مِنَ الظَّالِمِينَ ﴿۳۵﴾ فَأَزَلَّهُمَا الشَّيْطَانُ عَنْهَا فَأَخْرَجَهُمَا مِمَّا كَانَا فِيهِ ےۖ وَقُلْنَا اهْبِطُوا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّ ےۖ وَلَكُمْ فِي الْأَرْضِ مُسْتَقَرٌّ وَمَتَاعٌ إِلَىٰ حِينٍ ﴿۳۶﴾ فَتَلَقَّىٰ آدَمُ مِنْ رَبِّهِ كَلِمَاتٍ فَتَابَ عَلَيْهِ ۚ إِنَّهُ هُوَ التَّوَّابُ الرَّحِيمُ ﴿۳۷﴾ قُلْنَا اهْبِطُوا مِنْهَا جَمِيعًا ےۖ فَإِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ مِنِّي هُدًى فَمَنْ تَبِعَ هُدَايَ فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ ﴿۳۸﴾ وَالَّذِينَ كَفَرُوا وَكَذَّبُوا بِآيَاتِنَا أُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ےۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ ﴿۳۹﴾ يَا بَنِي إِسْرَائِيلَ اذْكُرُوا نِعْمَتِيَ الَّتِي أَنْعَمْتُ عَلَيْكُمْ وَأَوْفُوا بِعَهْدِي أُوفِ بِعَهْدِكُمْ وَإِيَّايَ فَارْهَبُونِ ﴿۴۰﴾